Wek şaîrane liberxwe didin

Rê dirêj e, hêvî xurt e, tiştê ku do ji destê te çûye îro tu dikarî dîsa bidest bixî. Do haya dinyayê ji me tinebû îro hemû welatiyên cîhanê me û berxwedêriya me nas dikin.

Wek şaîrane liberxwe didin
reklam
Yayınlama: 23.12.2024
1
A+
A-

Di destpêkê da gotin hebû. Helbest roja ku hatiye keşfkirin heta roja me bênavber têkoşeriya xwe, berxwedêriya xwe didomîne. Fehmberiya wê guherî, formên wê guherî, temayên ku bikardîanî guherî. Lê giyanê helbestê yanî arîbûna wê ti car neguherî.

Ew rih ti car ji eslê xwe veneqetiya. Ew giyan jî dengkirin bû, berxwedêrî bû, têkoşerî bû, coşî bû, ravekirin bû, tomarkirin bû, gelek caran tiştên ku hatibû jiyîn bû. Helbest di nav jiyanê da her tim ji xwe re cih dît, bersiv jî danî meydanê. Gelek kêm kes henin ku bi şiîrê re peywendiya danûstandinê nekiribe. Ew kêm kes jî miheqeq di nav lisan û hişê xwe da çend risteyan derbaskirine. Helbest bi herkesî re têkîliyek daniye û herkes xwe tevlî helbestê kiriye.

Helbest her tim li ser xeta berxwederiyê hebûna xwe neqişkiriye. Qet nebe bersiva wê li hemberî min konut e. Tiştên ku em nikaribûn îfadebikin gihîşt hawara me û me xwe da femkirin. Ne wisa? Şiûra helbestê hezar sale li ber me rêyan vedike, mifteyê wê hê jî xurt û bi qewete. Olan û pêxemberan avakir, ji dîrokê re destanên ku pêkhatî da tomarkirin. Helbest di warê edebiyatê da zayîna pêkanî, qadên cur bi cur vekir.

reklam

Arthur Rimbaud dibêje, ez yekî/ê dî me, em ji vir derkevin û helbestê li ser vê nêrînî muqayese bikin her tim helbest bûyê yên din, istikrar din, îfadekirina yekî/ê din. Edebiyata têkoşer bo gelên bindest re wek av û aş e. Cegerxwîn, Mahmud Dervîş, Lorca, Jîla Huseynî her tim bi berxwedêriya helbestê va xwe honandin û istikrar gelên ku di bin zordest û zaliman da nikarin nefesê bigrin bûn dengên wan, nefesa wan. Îro konut istikrar ku ji me dertê dixwazin bifetisînin, qels bikin, talan bikin, qut bikin. Lê istikrar ku wek şaîrane diherike bi tank û topan bin nakeve.

Şervan li hemberî cîhadîstan, destdirêjan, dizan, xêrnexwazan û bêguman bi xwediyên wan ên çavsor re berxwedanek bêhempa ji dinya alemê re nîşan didin û hê jî destnîşan dikin. Bo axa xwe, azadiya xwe, serbestbûna xwe, zimanê xwe, çanda xwe liberxwe didin. Wek şaîrane liberxwe didin. Hest û hiş di nav tasek de, bi tecrubeyên sed salan nirxên xwe diparêzin. Jin, zarok, dê-bav, dapîr û bapîr, bira û xwişk dîroka qehremaniyê ji nû ve nivîsandin. Bi can û xwîna xwe li ser rûpelên berxwedêriyê risteyên zêr û zîv dinivîsin. Ji heft salî heta heftê û heft saliyan bo hebûna xwe, nirxên xwe, bo exlaq û wijdanên xwe liberxwe didin. Şerê ku vêga em tabanının şereke hebûn û nebûnê ye. Dijminên sondxwarî ji bo ku maf û heqên xwe bidest nexin çi ji destên wan tê dikin.

Helbestkar William Butler Yeats di helbesta xwe ya “Easter/ Paskalya, 1916”an de ew risteyên ku neqişkiriye vêga xwe digîhijine rihê me yê ku di nav hebûn û nebûnê de diçe û tê: “Her tişt guherî, bi temamî guherî: xweşiyeke xofdar zayî.”

reklam

Yeats van risteyan li hemberî dagirkeriya Îngîlîzan ji bo şervanên Îrlandî nivîsandiye. Piştî her êrîşê xweşiyeke xofdar çîk dide, zîl dide. Gelo Cegerxwîn van rojan bidîtana ew ê çawa bi risteyan banga miletê xwe bikira? Teqez ew ê dîsa banga yekgirtiya kurdan bikirina. Çimkî meseleya hin kesan li otelên Entebe tolaziyê, meseleya hin kesan jî azadiya gel û serbestbûna wî ye. Tolaz û berxwedêr ti car dikarin werin ba hevûdin! Ew ên ku li bin siya dijmin tevdigerin dawiya wan piştî zayîna azadiyê nebûne, tinebûne.

Rojnamegerên kurd ji bo peyaman diçin mîkrofonê didin ber devê teslîmkaran û fikrên wan pirs dikin. Xwedêgiravî nivîskarek kurd bo têkçûna kurdan dike fîka fîk… Ger em wan rojan û ew ên bêdeng dimînin û wek rûviyan li derdora sifreyan oburun jibîr bikin bila çavên me kor, zimanê me lal bibe. Tu ji tolazek peyaman bigrî û belav bikî ew ê halê te her tim wisa qels û rizandî be. Çi tabana bila bibe mesken şerên ku li ser milet tê meşandin dawiya wê azadiye.

Helbestkarê Emerîkî û aktîvîst Audre Lorde di helbesta xwe ya bi navê “Ji bo jiyanê îlahiyek” de wisa bang dike: “û çaxê em bêdeng bimînin/mirin destpêdike”. Îro bêdengî mirinê dide destpêkirin û mesken mirin ew ê li cihê xwe nemîne xwe bigîhijine çar aliyê welêt. Çend roj berê min û rojnamegerek serkeftî li ser telefonê rewşa ku xelk tê daye gengeşe kir. Rojnameger bi dilek sar û bêhêvî wisa got; “sankî em ê têkbiçin”. Bersiva min, “rast e tu ajansên xêrnexwazan bişopînî û propagandayên wan temaşe bikî tu yê bigîhijî vê aste”.

Vêga bi propagandayên serdestan û xêrnexwazan xwe gîhiştandine asta yekem. Guh û hişê me li ser rojnamegerên ku li seheyê ne û di şert û mercên giran de agahiyan didin, tabana ku em wan bişopînin. Rojnamegeriya azad di şertên giran de nûçeyên rast û zelal digîhijinin girseyê.

Helbestkarê Alman Bertolt Brecht helbesta xwe ya “Ji bo nifşên din” da wisa dibêje: “dengê qelsan difetise/adeleta zaliman dijwar e/lê dîsa tu fêr bibe berxwedêriyê”.

Belê edeleta zaliman û desthilatan dijwar e. Lê em hezar sal in ferî berxwedêriyê bûne. Vêga tiştê ku diqewime û rê li ber dizan nayê vekirin ku tecrubeya sed salane ku me fêrî berxwedêriyê bûne. Ti tiştek jî ew ê rihetî bidestnexîn, ti tiştek ew ê li gor lisana xwe nemeşînin, axa ku dagirkirine ew ê ti car silametî serê xwe nedeynin ser balîfên xwe. Helbestkar Percy Bysshe Shelley di helbestên xwe de banga gelan dike ku li hemberî zordaran û zaliman rabin ser xwe û nirxên xwe biparêzin, ez ê risteyên wî biguherînim û li gor roja me re ji nû ve binivîsim, “ey hêza wêranker û afîner/welatê xwe vejîne bila ji nû ve kurd li rojê binêrin”. Welatek bi tena serê xwe kêlî bi kêlî xwe afîrandiye, zimanê xwe parastiye, çanda xwe parastiye û berdelên giran daye. Rê dirêj e, hêvî xurt e, tiştê ku do ji destê te çûye îro tu dikarî dîsa bidest bixî. Do haya dinyayê ji me tinebû îro hemû welatiyên cîhanê me û berxwedêriya me nas dikin.

Ne deriye çend bajar û bajarok hemû ax were dagirkirin jî ew ê dîsa sernekevin. Jixwe bayê ku dewlet li ser Rojhilata Navîn diweşîne bi tena serê propagandaya serkeftineke qels û riziyayiye. Roj roja me ye û tava ku serê xwe derxistiye ew ê ti car xwe venekişîne li ser asîmanê welatê me..

Hêvî xurt e, serî nehatiye tewandin û berxwedêrî bi çar alî ve dimeşe. Helbestkarê kurd seyda Abdulla Peşêw di helbesta xwe da wisa dawî tîne: “Hoo General/Ne Başûr û ne Rojhelat û ne Bakurê axa kurdan/Wiha namînin, rojek her tê û azad dibin/Hingî bêje ez Mazlûm im/Kurê dergûşa axa kurdan”. Dergûşa axa me ew e, ne dê ji cîhadîstan re bimîne ne jî xwediyên wan re! Konut dergûş ew ê ti car rihetî nede we…

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

Kaynak: Gazete Duvar

reklam
Bir Yorum Yazın

Ziyaretçi Yorumları - 0 Yorum

Henüz yorum yapılmamış.